Îran: Prosudurên kirîna balafirên Su-35 ji Rûsyayê temam bûn

11 March 2023 22:03 0 dîtin
Îran: Prosudurên kirîna balafirên Su-35 ji Rûsyayê temam bûn

PeyamaKurd – Televîzyona dewletê ya Îranê nûçeyekî belav kir ku Îran ji Rûsyayê balafirên şer yên Sû-35 dikire û ewraqên wan temam bûne. Televîzyon çavkaniya nûça xwe bir ser nûnerê Îranê yê daîmî yê li Neteweyên Yekgirtî. Hat ragihandin ku Îran piştî şerê Iraqê û Îranê yê sala 1988an ji hinek dewletan daxwaza kirîna balafirên şer kiriye lê di nav wan de teklîfa herî baş Rûsya daye.

Piştî NY di sala 2007an de dorpêçê danî ser Îranê ku nikaribe sîlihan bikire lê di cotmeha 2020an de ambargoya ser Îranê ya Sîlihan rakir. Îran ji cotmeha 2020an heya niha bi Rûsya re têkiliyan datîne da balafirên Su-35 ji wan bikire û di encamê de ewraqên kirîna balafiran temam kiriye.

Di nûçeyê de nehat gotin wê çend balafir û kengê bên teslîmkirin. Li gor medya Rûsyayê wê Îran di serî de 24 balafir bikire.

Niha di nav envantera artêşa Îranê de balafirên F-4, F-5 û F-14 yên Amerîkayê û malên Rûsya Mig-29 û Su-24 hene.