Îranê bersiva Îsraîlê da: Em ê bersiveke tund bidin

06 August 2021 12:08 0 dîtin
Îranê bersiva Îsraîlê da: Em ê bersiveke tund bidin

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade, bersiva gefên Îsraîlê da.

Seîd Xetîbzade diyar kir, eger Îsraîl her pêngaveke nefêmkirî biavêje, Komara Îslamî ya Îranê dê bersiveke tund bide.

Xetîbzade destnîşan kir, Îsraîl binpêkirina yasayên navdewletî û gefên li dijî Komara Îsraîlê didomîne.

Herwiha eşkere kir, ev reftarên dirindane ji ber wê yekê ye ku welatên rojava piştevaniyeke korane dikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê da zanîn ku welatê wî amade ye bersiva her pêngaveke nefêmkirî ya Îsraîlê bide.

Beriya niha Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê destnîşan kir, amadehiya Îsraîlê heye êrîşên serbazî bi ser Îranê de bike.