Îranê bersiva Trump bi vîrusa korona da…
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 22yê Nîsanê li ser bûyera hefteya borî ya astengkirina hêzên deryavaniya Amerîkayê li Deryaya Umanê gef li Îranî xwar û ragihand ku wî fermana lêdana hêzên Îranî daye, heger ku xwe nêzî hêzên wan bikin.
Trump gotibû, “Min ferman da hêzên deryavaniya Amerîkayê ku li her keştiyeke Îranê ya keştiyên me tacîz bike bixin. Wan tune bikin!”
Piştî vê daxuyaniya Trump ji Îranê jî bersiv hat. Berdevkê Supaya Pasdarên Îranê Edulfazil Şekercî ji ajansa ISNA re ragihand, "Li şûna ku Amerîka niha zorbetîyê li hinekan bike, bila pêşî hewil bide leşkerên xwe yên bi vîrusa koronayê ketine biparêze.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin