Ji ber vîrusa Koronayê Trump li nexwesxaneyeke serbazî hat razandin
PeyamaKurd – Bi sedema vîrusa Koronayê, Serokê Amerîkayê, li nexwaşxaneyeke leşkerî hat razandin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di videoyeke li ser hesabê xwe yê twitterê de berî biçe nexwaşxaneyê belav kir de, spasiya hemû kesên, ku hêviya selametiyê wî xwestine kir û diyar kir: ‘‘Hayê min ji piştevaniya we heye û ez tu deman jibîr nakim.’’<
— Donald J. Trump (@realDonaldTrump) October 2, 2020>
Trump da zanîn, dê biçe nexwaşxaneya leşkerî ya Walter Reed a li Mariland û got: ‘‘Ez bawer im ez pir baş im.’’
Li gor zanyariyên çapemeniyê, Trump wê çend rojan li wê nexwaşxaneyê bê razandin û dermanên pêwîst dê jê re bên dayîn.
Çapemeniya Amerîkayê çend wêneyên Donald Trump belav kirin ku derdikeve û rewşa wî baş e û bixwe li helîkoptereke leşkerî siwar dibe, diçe nexwaşxaneyê.
Herwiha di derbarê rewşa tenduristiya hevjîna wî Melenia de jî hat ragihandin, ku rewşa tenduristiya wê jî pir baş e.
Do 02.10.2020ê Donald Trump li ser hesabê xwe yê twitterê de ragihandibû, ew û hevjîna xwe bi vîrusa Korona ketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin