Trump û hevjîna xwe tûsî vîrusa Koronayê bûn
PeyamaKurd –Serokê Amerîkayê Donald Trump û hevjîna xwe Melaniya Trump, bi vîrusa Koronayê ketin.
Li gor Donald Trump di twîttekê de diyar kir: “Îşev encamên pişkinînên min û xanima yekem a Amerîkayê yên Koronayê pozîtîv derketin. Em rasterast dest bi proseya çareserî û kerentînê dikin û em ê pêk ve, vê derbas bikin.”
Ew yek di demekê de ye ku şêwirmendeke nêzîkî Serokê Amerîkayê pêştir bi Koronayê ketibû, Trump jî ragihandibû ku ew û hevjîna xwe Melaniya, dê têkevin kerentîne ye.
Ew şêwirmenda Trump ku bi Koronayê ketiye, navê wê Hope Hicks e û 31 salî ye. Roja Çarşemê li gel Trump bi balafireke ber bi Ohio ve geşt kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin