Wezîrê Aboriyê yê Fransa tûsî vîrusa Koronayê bû
PeyamaKurd - Wezîrê Aborî yê Fransayê Bruno Le Maire bi vîrusa Korona ket.
Bruno Le Maire diyar kir, li ser wî tu nîşaneyên vîrusa Korona tune ne û wê 7 rojan di karantîna de be û xebatên xwe ji malê bidomîne.
Li Fransa di 24 saetên dawî de 13,215 kes bi vîrusa Korona ketin, ku ew ji destpêka wê şevbê vir ve, hejmara rojane ya herî bilind e.
Li Fransayê heta niha 428 hezar kes bi vîrusa Korona ketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin