Li Rojavayê Kurdistanê 39 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn

24 September 2020 11:16
Li Rojavayê Kurdistanê 39 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê, di 24 saetên dawî de 39 kesên din bi Koronayê ketin.

Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên dawî de 39 kesên din bi Koronayê ketin, 21 ji wan mêr û 18 kes jî jin in.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser da zanîn, ji wan 39 haletên nû, 10 kes li Hesekê, 9 kes li Qamişlo, 7 kes li Dêrikê, 7 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Girkê Legê, 2 kes li Kobanî û 2 kes li Şehbayê bi Koronayê ketine.

Herwiha li gor Ciwan Mistefa, ji do ve heta îro 16 kes ji nexweşên Koronayê baş bûne.

Ji destpêkê ve heta niha, 1343 kes li Rojavayê Kurdistanê û li navçeyên Rêveberiya Xweser bi Koronayê ketine, ku 55 kesan ji wan can dane û 379 kes jî baş bûne.