Li Rojavayê Kurdistanê 63 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn

15 September 2020 16:01
Li Rojavayê Kurdistanê 63 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn

PeyamaKurd – Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin destê Rêveberiya Xweser de bi Koronayê ketine zêdetir bûn. Herî dawî 63 kesên din tûşî vîrusa Koronayê bûn.

Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 63 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Kesên bi vîrusê ketine, 29 kes li Hesekê, 6 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê, 1 kes li Amûdê, 3 kes li Til Temirê, 1 kes li Çilaxa, 13 kes li Reqayê, 5 kes li Tebqayê, 1 kes li kampa Holê û 2 kes li Kobaniyê ne.

Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi Koronayê ketine gihişt 903 kesan, 46 kesan ji wan can dane û 291 kes jî baş bûne.