Li Rojavayê Kurdistanê 48 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn

28 September 2020 10:50
Li Rojavayê Kurdistanê 48 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 48 kesên din tûşî vîrusa Koronayê bûn.

Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên derbasbûyî de li navçeyên Rêveberiya Xweser 48 kesên din bi vîrusa Korona ketin, ku 27 kes ji wan mêr û 21 kes jî jin in.

Desteya Tendirustiyê diyar kir, ji wan 48 pêketiyên nû 14 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 4 li Girkê Legê, 3 li Dêrikê, 2 li Amûdê, kesek li Dirbêsiyê, kesek li Til Temir, 10 kes li Kobanî, 8 kes li Reqa, kesek li Minbicê û kesek jî li Tebqayê ne.

Herwiha di 24 saetên dawî de 5 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi Koronayê ketine, gihîşt 1446 kesan.

Herwiha heta niha 62 kesan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi Koronayê can dane û 402 kes jî baş bûne.