Li Rojavayê Kurdistanê 36 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn

12 September 2020 16:00
Li Rojavayê Kurdistanê 36 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 36 kes bi Koronayê ketin û kesekî jî bi vîrusê can da.

Li gor amarên dawî yên Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, li deverên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de, 36 kes bi vîrusa Koronayê ketin, ji wan 12 kes li Dêrikê, 7 li Hesekê, 8 li Qamişlo, 1 li Girkê Legê, 2 li Amûdê, 2 li Reqayê, 1 li kobaniyê, 1 li Dêrezorê û 2 li Şehbayê ne.

Herwiha di nava rojekê de 33 kes jî baş bûne û kesek jî bi wê vîrusê li Girkê Legê can daye.

Li deverên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de, heta niha 819 Kes bi Koronayê ketine û ji wan jî 271 kes baş bûne û 43 kes jî can dane.