Li Rojavayê Kurdistanê 41 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 63 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.
Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 41 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin, 9 kes li Hesekê, 7 kes li Qamişlo, 5 kes li Girkê Legê, 3 kes li Rimêlanê, 10 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Çilaxa, 1 kes li Til Temir, 1 kes li Şehbayê ne.
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine gihîşt 1007 kesan, ji wan jî 48 kesan can dane.
Herwiha Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, bi başbûna 4 pêketiyên Koronayê ve, hejmara kesên ji vîrûsê baş bûne gihîşt 313 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin