Li Îranê pêla pêncem a vîrusa Koronayê destpê kir

03 July 2021 16:05 0 dîtin
Li Îranê pêla pêncem a vîrusa Koronayê destpê kir

PeyamaKurd – Li Îranê pêla pêncem a vîrusa Koronayê (Covi-19) destpê kir û li Tehran û 91 bajarên din rewşa sor hat ragihandin.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Îranê, heta niha 92 bajaran rewşa sor, 183 bajaran rewşa narincî ragihandine û 173 bajar jî di rewşa zer de ne.

Cîgirê Parêzgarê Tehranê diyar kir; seranserê parêzgeha Tehranê ketiye rewşa sor, ji îro şûn de zêdetirî %70 karmendên vê parêzgehê divê bi rêya online li saziyan karê xwe bikin û tenê %30 karmend li cihên karê xwe amade bin.

Li başûrê Îranê û bi taybetî li parêzgeha Sîstan û Belûcîstan, ji ber zêdebûna hejmara pêketî û qurbaniyan nîgeranî çêbûye û behsa îhtimala rûdana karesateke mirovî tê kirin.

Li aliyê din, li gor amaran li navendên tendirustiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê, di nava 24 saetan de 503 welatiyên li Rojhilatê Kurdistanê bi Koronayê ketine û 8 kesan jî can dane.

Piraniya amarên pêketî û qurbaniyan li Urmiyê ye ku di 24 saetên borî de, 262 kesên din pê ketine û 4 kesan jî can dane.

Li parêzgeha Sineyê, 67 kes bi Koronayê ketine û du kesan can dane. Li Kirmaşanê jî 53 kes pê ketine û du kesan can dane.

Herwiha li parêzgeha Îlamê jî ku parêzgeha herî biçûk a Rojhilatê Kurdistanê ye di nava 24 saetan de 91 kesên din bi Koronayê ketine û li bajarê Mêhranê rewşa sor hatiye ragihandin.