Li Îranê 431 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan

21 November 2020 17:00 0 dîtin
Li Îranê 431 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan

PeyamaKurd –   Li Îranê 431 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û nêzîkî 13 hezar kesên din jî bi vîrusê ketin.

Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Îranê eşkere kir, di nav 24 saetên borî de 12 hezar û 931 kes bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 841 hezar û 308 kesan.

Herwiha Wezaretê diyar kir, ji do de 431 kes jî bi Koronayê can dane û hejmara miriyan gihîştiye 44 hezar û 327 kesan.

Heta niha li Îranê ji 596 hezaran zêdetir nexweşên Koronayê jî baş bûne.