Serokê Parlamena Îranê Larincanî bi vîrusa koronayê ket
PeyamaKurd - Parlamentoya Îranê ragihand ku Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî bi vîrusa koronayê ketiye û niha di qerentîneyê de ye.
Li gorî ragihandina Parlamentoya Îranê testa koronayê ya Elî Larîcanî pozîtîv derketiye û niha Serokê Parlamentoya Îranê hatiye qerentînekirin ku çareseriya pizîşkî ji bo wî tê kirin.
Wezareta Tendirustiya Îranê herî dawî îro 2yê Nîsanê ragihand ku 124 kesên din ji nexweşiya koronayê can dane ku hejmara giştî ya miriyan gihîştiye 3 hezar û 160 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin