Îranê bi dronekê gundekî Herêma Kurdistanê bombebaran kir
PeyamaKurd – Îranê bi dronekê gundekî ser bi Hewlêrê ve bombebaran kir.
Li gor çavkaniyên xwecihî, droneke artêşa Îranê îro danê sibê gundê Mêrge li devera Çomanê bombebaran kir.
Hat eşkerekirin ku dronê nava gund bombebaran kiriye, lê heta niha nayê zanîn ku ziyanên canî hene yan na.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev sê roj in navçeyên sînorî yên nahiya Sîdekanê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê topxaneya Îranê ve tê topbarankirin û gelek gundî ji bo selametiya xwe, berê xwe dane navenda nahiya Sîdekanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin