Îranê gef li Brîtanyayê xwar: Dê bedelê wê bide!
PeyamaKurd – Serokê Îstixbarata Îranê Îsmaîl Xetîb, bi hinceta piştgirîdana protestoyên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî yên li seranserê Îranê gef li Brîtanyayê xwar û got, dê bedelê wê bide.
Daxuyaniyên Îsmaîl Xetîb li ser malpera Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney hat belavkirin û bi protestoyên ku 54 roj in li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin, Brîtanya hat tawanbarkirin.
Xetîb gotiye, bi rêya medya Farisî ya li Londonê protesto têne sorkirin û diyar kir, saziya medyayî ya bi navê Iran International wekî rêxistineke terorî ji aliyê Îranê ve hatiye pênasekirin.
Herwiha Xetîd daye xuyakirin, "Wê Brîtanya bedelê çalakiyên xwe yên têkdana ewlehiya Îranê bide.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin