Netanyahû gef li Esed xwar: Ev hê destpêk e, wê bedelên giran bide!

16 April 2023 14:34 0 dîtin
Netanyahû gef li Esed xwar: Ev hê destpêk e, wê bedelên giran bide!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, li ser avêtina moşekan ji ser erda Sûriyê bi ser Îsraîlê de, gef li rejîma Sûriyê ya bi seroktiya Beşar Esed xwar û got, ew ê bedelên giran bidin.

Ji ber avêtina moşekan ji Sûriyê û Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu rasterast gef li rejîma serokê Sûriyeyê Beşar Esed û tevgera Hemasê xwar û wiha got: “Ev operasyonên me hîna yên destpêkê ne. Heke avêtina moşekan ber bi Îsraîlê ve dewam bike, rejîma Sûriyeyê dê berdêlên giran bide.”

Netanyahu di civîna rojnamevanî ya 15ê Nîsanê li dar xist de, bal kişand ser alozîyên navxwe yên dijî hikûmeta wî û diyar kir: “Dijminê me bûyerên ku li Îsraîlê rû didin şaş fêm kirine. Lê em ji wan re dibêjin ku Îsraîl li hember dijminên xwe yek e.”

Netanyahu her wiha gefa hedefgirtina Hemasê jî xwar û destnîşan kir, “Eger moşek û çalakiyên xwe ranewestîne.. Em nahêlin Hemas hebûna xwe li Lubnanê xurt bike."

Herwiha Netanyahu opozîsyona Îsraîlê tawanbar kir ku moralê dide Hizbullah û Îranê derbarê peymana gazê ya bi Lubnanê re û diyar kir ku hikumeta wî dê encamên peymanê sererast bike, bêyî ku gefa betalkirina wê bide.