Îranê gef li Îsraîlê xwar: Ger ser berdewam bike...
PeyamaKurd – Fermandarekî Muhafizên Şoreşê yên Îranê got, "Eger Amerîka û hevalbendên wê sûcên xwe yên li Xezzeyê bidomînin, dibe ku Deryaya Spî were girtin."
Fermandarê Koordînasyona Muhafizên Şoreşê Tûggeneral Muhammed Riza Nakdî got, "Divê ew li bendê bin ku di demeke nêz de Derya Spî, Tengava Cebelîtariq û rêyên din ên avê bên girtin."
Nakdî got: “Duh Kendava Farsê û Tengava Hurmuzê ji bo wan veguherî kabûsekê û îro jî di nav Deryaya Sor de asê mane.
Tumgeneral Nakdî derbarê çawaniya vê yekê de ti agahî neda.
Êrîşên Hûsiyên bi piştgiriya Îranê yên li peravên Yemenê, ev demek e di rojevê de ye.
Tê zanîn ku pêwendiyên curbicur ên Îranê bi Eniya Polîsario ya Sahraya Rojava re hene. Deverên ku Eniya Polisario lê dixebite bi qasî 1000 kîlometre dûrî Tengava Cebelîtariqê ne. Têkiliya komê bi Cezayîrê re jî heye.
Nayê zanîn ka ev kom xwedî kapasîteya leşkerî û siyasî ye ku pêngavek wiha bavêje yan na.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin