Îranê, gefeke tund li Îsraîlê xwar: Dem bi dawî bû!
PeyamaKurd- Piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser nexweşxaneya li Xezayê ku bû sedema mirina bi sedan sivîlan, ji aliyê rayedarên Îranê ve gefeke tund hat xwarin.
Êrîşa xwînî ya li dijî nexweşxaneya ku sivîlên li Xezayê lê bi cih bûbûn û 500 kes bûbûn qurbaniyên êrîşê, li seranserê cîhanê bû sedema bertekên tund û xwepêşandanên bi hêrs.
Piştî vê êrîşê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re peyamek arasteyî rayedarên Îsraîlê kir û got ku
“Li dijî Îsraîliyên ku bi hezaran jin û zarokên bêguneh li nexweşxaneyan qetil kirin, dem dema yekîtiya gerdûnî ye. Dem bi dawî bû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin