Îranê ji ber amadekariyên xistina 'lîsteya terorê' ya Pasdaran bertek ji YE re nîsan da!
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî, li ser daxuyaniyên amadekariya Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser xistina lîsteya terorê ya Supaya Pasdaran a Îranê, bertek nîşan da û got ku ew hewldan li dijî yasayê ye.
Kenanî di civîna rojnamevanî de, li ser daxuyaniya Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ku gotibû, ew difikirin Supaya Pasdaran a Îranê bixin lîsteya "rêxistina terorê" got: “Supaya Pasdaran saziya leşkerî ya Îranê ya fermî ye, hewldanên bi vî rengî neyasayî ne.”
Kenanî li ser nûçeyên firotina çekan bo Rûsyayê di şerê Ukraynayê de jî diyar kir, Îran ji bo şerê ligel Ukraynayê çekan naşîne ti aliyekî û Rûsya jî di nav de ye û baweriya wan bi çareseriya siyasî heye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got ku wan şîret li Ewropayê kiriye ku di mijarên Îranê de "bi hest tevnegerin û berjewendiyên xwe bi yên Amerîkayê ve girênedin" û da zanîn, ambargoya salên borî li ser Îranê hatiye sepandin, zirar daye berjewendiyên Ewropayê.
Kenanî herwiha got, ew di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkên di navbera Îran û Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê de jî dikarin werin çareserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin