Îranê li ser Helebê rexne li welatên rojavayî girt!
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbarê bûyera li Helebê de rexne li welatên rojavayî (Amerîka-Ewropa) girt: Şêwaza welatên rojavayî ew e ku dema hevpeymanên wan çekên kîmyayî bikar bînin wan şermezar nakin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek parve kir: Welatên rojavayî li ku ne bo êrişa kîmyayî ya têrorîstan li Helebê şermezar bikin? Şêwaza welatên rojavayî ew e ku êrişên kîmyayî tenê wê demê şermezar dikin ku were idiakirinê ku dijminên wan ew êriş pêk anîbin, ne dema ku hevpeymanên wan.
Cewad Zerîf herwiha got: Dema Seddam çekên kîmyayî li dijî Îranê bikar anîn, welatên rojavayî çavên xwe ji vê mijarê re girtin lê dema ku Seddam bû dijminê welatên rojavayî, ji bo jinavbirina wî şer bi rê xistin.
Şeva çûyî hat îdîakirin ku bi roketên hilgirê gazên Kolerê êrişî ser du navçeyên El-Xalidiye û Cemyiyet-ul-Zehrayê li Helebê kirin û zêde ji 100 kesên sivîl birîndar kirin.
Ji ber vê êrişa kîmyayî ya ser deverên Helebê piraniya birîndaran ketin rewşa fetisînê loma ew gihandin nexweşxanan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin