Iraq: Destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê karê pêsîn yê hikûmeta federal e
PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Badim El-Avadî ragihand ku destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê karê pêşîn ê hikûmeta federal e.
Avadî ku bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî re li Washingtonê bû daxuyanî da.
Avadî diyar kir ku di hevdîtina Sûdanî û Bîden de mijarên girîng hatin gotûbêjkirin û diyar kir ku piştî şerê 7ê Cotmehê li Xezzeyê destpê kir rewşa jeopolîtîk a herêmê derket pêş.
Avadî got, “Herwiha pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê û rewşa Iraqê bi giştî jî hatin gotûbêjkirin. Di hevdîtinên bi Biden, Bilinken û Austin re mijarên ewlekarî û aramî û enerjiyê hatin gotûbêjkirin."
“Nefta Kurdistanê jî di rojevê de bû”
Berdevk Avadî diyar kir ku mijara destpêkirina sewqiyata petrolê ya ji Kurdistanê bo Ceyhanê jî hatiye rojevê.
“Bêguman destpêkirina hinartina neftê ji Herêma Kurdistanê di nav karên hikûmeta federal de ye. Herwiha rêkxistina pêwendiyên di navbera hikûmeta Bexdayê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de girîng e.
Ji ber ku aramiya Herêma Kurdistanê tê wateya aramiya Iraq û Bexdayê. Îstiqrara li herêmên naverast û başûrê Iraqê tê wateya aramiya Herêma Kurdistanê jî.”
Herwiha eşkere kir ku geşbûn û geşepêdana aborî ya Herêma Kurdistanê jî wê bibe sedema pêşketina Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin