Iraq: Îran nikare li Îsraîlê bixe, li Hewlêrê dixe

21 January 2024 13:04 0 dîtin
Iraq: Îran nikare li Îsraîlê bixe, li Hewlêrê dixe

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hûsên derbarê êrîşên Îranê de daxuyanî da û got, hewldana îxrackirina pirsên navxwe bo derve ye.

Hûsên diyar kir, Iraqê li hember êrîşên Îranê yên ser Hewlêrê gavên siyasî û dîplomatîk avêtine û destnîşan kir ku îdiayên Tehranê yên îstixbarata Îsraîlê li nav erdên Iraqê ye derew e.

Wezîrê Derve da zanîn ku Iraq bi rêyên siyasî û dîplomatîk bersiva êrîşkariya Îranê dide û tedbîran distîne.

Herwiha got, wekî gava duyem notaya protestoyê bo balyozê Îranê yê Bexdayê ji ber kuştina sivîlan hatiye dayîn, komîteyeyeke lêpirsînê hatiye avakirin ku wê rapora xwe pêşkeş bike û herwiha giliyê Îranê li Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin.

Fuad Hûsên destnîşan kir, Îran ji ber ku dizane nikare rasterast rûbirûyî Îsraîlê bibe, li şûna wê hedefgirtina Hewlêrê tercîh kiriye û ev jî nîşaneya wê ye ku Tehran tevî hebûna Îsraîlê li sînorên xwe jî li hember wan dudilî tevdigere.