Iraq | Kazimî bi encûmena wezîran re êrîsên Tirkiyê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî ragihand ku ew ê diyalogên doplomatîk bi Tirkiyê re berdewam bikin heta zêdegaviyên li ser xaka Iraqê rawestînin.
Buroya Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê da xuyakirin ku Kazimî di civîna encûmena wezîran a ewlehiya netewî de binpêkirinên Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê gotûbêj kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, êrîşên Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê, têkiliyên xurt ên di navbera herdu welatên dost de xirab dike û ziyanên canî û madî çêdike.
Kazimî got ku ew dê diyalogên doplomatîk bi Tirkiyê re bidomînin heta zêdegaviyên wê yên li ser xaka Iraqê rawestînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin