Iraq: Li Enbarê 3 terorîstên DAISê hatin kustin
PeyamaKurd-Li gorî agahiyên ku ji aliyê Şaxa Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê ve hatin parvekirin, li parêzgeha Enbarê ya Iraqê, 3 terorîstên DAIŞê hatine kuştin. Hat ragihandin ku êrîşa li hember DAIŞiyan, bi bombardûmana balafiran çêbûye.
Şaxa Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê, îro daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî ya Artêşa Iraqê, bi firokeyên F-16 ên Yekîneya Asîmanî ya Artêşa Iraqê, li bajaroka Kubeysayê ya li rojavayê parêzgeha Enbarê, êrîşek pêk haniye. Hat zanîn ku êrîş li hember terorîstên DAIŞê çêbûye. Li gorî daxuyaniyê, terorîstên DAIŞê xwe di tunelekê de veşartine û bi navbeynkariya balafirên şer, li hember tunelê bombardûman çêbûye. Hat ragihandin ku di vê bombardûmanê de 3 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin