Iraq | Li Zîqarê polîsek hat kustin û 5 xwepêsander birîndar bûn
PeyamaKurd – Di xwepêşandanên dijî hikûmeta Iraqê yên îro Yekşemê de, li parêzgeha Zîqar a Iraqê polîsek hat kuştin û 5 xwepêşander birîndar bûn.
Li gorî ragihandina medya Iraqê, li Zîqarê û navenda wê ya îdarî Nasiriyê di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de alozî derket.
Hat ragihandin ku polîsekî can daye û 5 xwepêşander jî birîndar bûne.
Li ser kuştina polîsê Iraqê çavkaniyên ewlehiyê ragihandine ku dema aloziyê ji aliyê kesên nenas ve êrîş lê hatiye kirin û jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin