Li Iraqê du xwepêsander bi sûîqestê hatin kustin
PeyamaKurd – Komiseriya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Iraqê ragihand ku li wîlayeta Zîqar a Iraqê du xwepêşander di encama sûîqestê de hatine kuştin.
Li gorî rêxistinê di nav du rojan de du xwepêşander bi sûîqestê hatine kuştin û endamên hêzên ewlehiyê jî di nav de bi tevahî 43 kes birîndar bûne.
Herwiha hatiye diyarkirin ku 30 xwepêşander jî hatine binçavkirin.
Di daxuyaniya komiseriya mafên mirovan de hatiye eşkerekirin ku di xwepêşandanan de sûîqest û revandin çêbûne û hêzên ewlekariyê fîşekên plastîk û gaza rondikrêj bikar anîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin