Li Iraqê 10 xwepêsanderên din hatin kustin
PeyamaKurd - Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê ragihand, di maweyê 24 saetên borî de bi kêmanî 10 xwepêşander li Iraqê hatine kuştin.
Xwepêşandan û alozî li paytext Bexda û çend bajar û parêzgehên din yên Iraqê didomin.
Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê ragihandiye, di maweyê 24 saetên borî de li Bexda, Diyale, Besra, Zîqar û Kerbelayê bi kêmanî 10 xwepêşander ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.
Herwiha komîsyonê daye zanîn, di wan aloziyan de 135 kes birîndar bûne û 88 kes jî hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin