Li Iraqê 19 xwepêsanderên din hatin kustin

06 October 2019 10:54 0 dîtin
Li Iraqê 19 xwepêsanderên din hatin kustin

PeyamaKurd – Ajansên medyayî yên cîhanî radigihînin ku tenê doh 5ê Îlonê 19 xwepêşanderên din li Iraqê dema destwerdana hêzên ewlekariyê di protestoyan de hatine kuştin.

Li gorî amarên dawî yên 5 rojên xwepêşandanên dijî hikûmetê yên Iraqê, heta niha zêdetirî 100 kes hatine kuştin û bi qasî 4 hezar kes jî birîndar bûne.

Xwepêşandanên Iraqê 1ê Îlonê li Bexda û çend bajarên din ên Iraqê dest pê kiribûn û heta 5ê Îlonê jî berdewam dikirin.

Her çiqas hikûmeta Bexdayê ji bo xizmetguzariyan û sizadana gendelkaran çend soz dane nûnerên xwepêşandanan jî hîn nediyar e wê xwepêşandan rawestin yan bidomin.