Iraq qerebûkirina êrîsa 38 sal berê ji Îsraîlê dixwaze
PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê derbarê êrîşa esmanî ya 38 sal berê ji aliyê Îsraîlê ve bi ser Iraqê de hatibû encamdan projeyasayek amade kir.
Parlamentarê Iraqê Adî Avat, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, di encama êrîşa Îsraîlê de ku 7ê Hezîrana 1981ê bi ser ‘Reaktora Nukleerî ya 1ê Temûzê’ ku di wê demê de Iraqê ava dikir ziyanî madî û canî çêbûne.
Adî got, ji bo wergirtina qerebûya wê êrîşê ji Îsraîlê wan projeyasayek amade kiriye û pêşkeşî seroktiya parlemenê hatiye kirin.
Parlamentarê iraqî herwiha destnîşan kir ku Îsraîlê bi êrîşê peymanên navnetewî binpê kirine û mafê wan ê qerebûyê (tezmînatê) heye.
Îsraîlê 7ê Hezîrana 1981ê bi balafirên F-16 û F-15an êrîş biribû ser reaktora 17 kîlometre li başûrê rojhilatê Bexdayê ya Sedam Hisên ava kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin