Iraq: Tenduristiya zaroka duserî ji dayik bûye bas e
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li parêzgeha Enbarê ya Iraqê zarokek bi yek bedenê lê bi du seriyan ji dayik bû.
Rêveberiya Tenduristiya Enbarê da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya zarokê duserî baş e.
Doh êvarî Rêveberiya Tenduristiyê ya Enbarê daxuyaniyek belav kiribû û gotibû, bijîşkên pispor li Nexweşxaneya Qaymê serkeftineke mezin pêk aniye û wan bi neştergeriyekê kariye zarokekî du serî rizgar bikin.
Herwiha di daxuyaniyê de behsa tenduristiya zarok jî hatiye kirin û wiha hatiye gotin:
"Zarok li ser bedenekê ye û bi du seriyan ji dayik bûye û niha tenduristiya wî baş e û tedawiya wî tê kirin.”
Hatiye diyarkirin ku di lîteratura tenduristiya bijîşkî de navê bûyerê "jidayikbûna zarokekî duserî di bedenekê de" (Dicephalic Parapagu) ye û pir zêde nayê dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin