Iraq | Tohmetbarekî 20 endamên malbata xwe kust

31 December 2021 10:46
Iraq | Tohmetbarekî 20 endamên malbata xwe kust

PeyamaKurd – Li navçeya Ceble ya bakurê parêzgeha Babilê ya Iraqê, tohmetbarekî 20 endamên malbata xwe kuşt pêv, gule bera xwe jî da û xwe kuşt.

Li gor çavkaniyeke ewlehiyê ji medyaya Iraqê re diyar kir; bûyer di dema desteserkirina tohmetbar de rû daye.

Dema hêzên ewlehiyê çûne cihê ku tohmetbar lê ye, kesê tohmetbar gule bera hêzên ewlehiyê daye û hejmarek endamên hêzên ewlehiyê birîndar kiriye.

Pişt re Hêzên Bersivdana Bilez hatine cihê bûyerê, lê belê tohmetbar bi çekan rûbirûyî wan jî bûye, hêzên ewlehiyê jê xwestine ku xwe radest bike, lê tohmetbar guh nedaye wan û piştî ku hêzên ewlehiyê kesê tohmetbar birîndar kiriye, tohmetbar jî berê çeka xwe li endamên malbata xwe zîvirandiye û 20 endamên malbata xwe kuştiye û bi lêdana gulleyek li ser xwe, dawî li jiyana xwe jî aniye.

Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Parêzgeha Babilê ragihand; hejmara kuştiyên malbata parêzgeha Babilê 20 e.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Usman El Xanimî daxwaz kir; bi awayekî berfireh lêkolîn li ser dosyeya kuştina 20 kesan were kirin.