Iraq: Wê petrola Kurdistanê bi nirxê bazarê bê firotin
PeyamaKurd – Piştî ku di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê de, li ser hinardekirina petrola Kurdistanê bo derve rêkeftin hat kirin, bihayê petrola ku ji Kurdistanê bo derve tê hinartin jî bû mijara nîqaşê.
Çavkaniyekî ji Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihandiye ku kompanyayên petrola Herêma Kurdistanê dikirîn, bersiva kompanyayên SOMO û KAR Groupê dane û razî bûne ku petrola Herêma Kurdistanê li gorî nirxê SOMO yan jî nirxê bazarê bikirin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên jî piştî rêkeftina Hewlêr-Bexdayê ya ji nû ve destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê dabû xuyakirin ku wê bihayê petrola Kurdistanê piştî rêkeftinê bilind bibe.
Herwiha Fuad Hisên gotibû: “Niha ew pirsgirêk nemane û bi wî awayê yasayî ku Hewlêr û Bexda li ser li hev kirine, kompanya nikarin her tiştî bikin û neçar in. Divê dosyeya firotina petrolê bi nirxê bazarê be û wek kêmkirina 10-12 dolaran ku ez bi hûrgilî nizanim çiqas bûye nabe. Wan petrol bi erzanî dikirî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin