Iraqê daxwaz ji Komkara Erebî kir, ji bo berdana avê zextê li Tirkiye û Îranê bike
PeyamaKurd - Komkara Erebî li ser daxwaza hikûmeta Iraqê bang li Tirkiye û Îranê kir, avê bi ser Iraqê de berde.
Berdevkê wezareta çavkaniyên avê ya hikûmeta Iraqê Hatem Hemîd di civîneke rojnamevanî de got: “Iraqê, ji Komkara Erebî daxwaz kiriye, ji Tirkiye û Îranê daxwaza berdana beşa ava Iraqê bike.”
Hatem Hemîd da xuyakirin: “Îran ji havîna sala 2020ê ve gelek caran avên wan çem û rûbaran bend kiriye ku têne Iraqê û beşa ava Iraqê bernedaye.”
Hêjayî gotinê ye, ji ber ku gelek bendav li ser wan çem û rûbarên ava wan tê nav axa herêma Kurdistanê û Iraqê ji aliyê Îran û Tirkiyê ve hatine ava kirin, beşek ji wan çem û rûbarên têne nav çemê Dîcle û Firatê hişk bûne û bi wî awayî metirsî li ser kiştûkal û samanên avî li herêma Kurdistan û Iraqê çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin