Emîndarê Gistî yê Komkara Erebî îro gihîst Iraqê

10 April 2021 14:29 0 dîtin
Emîndarê Gistî yê Komkara Erebî îro gihîst Iraqê

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf diyar kir, Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî, îro gihîşt paytexta Iraqê Bexdayê.

Biryar e, Ehmed Ebulxeyt bi Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê Fuad Husên û berpirsên payebilind ên Iraqê re bicive. Lê heta niha naverokên wan civînan nehatiye eşkerekirin.

Serdana Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî ji bo Bexdayê, piştî serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya ji bo Erebistana Siûdî û Îmaratê û herwiha piştî civîna lûtkeya Iraq, Urdin û Misir a di navbera Kazimî, Qral Ebdula yê duyem ê Qralê Urdinê û Ebdulfetah Sîsî yê Serokomarê Misirê de tê.

Li gor çavdêrên siyasî destnîşan dikin, Mistefa Kazimî hewil dide Iraqê nêzî welatên Erebî bike.