Iraqê qonaxa sêyem a operasyonên dijî DAISê da destpêkirin

22 June 2020 14:21 0 dîtin
Iraqê qonaxa sêyem a operasyonên dijî DAISê da destpêkirin

PeyamaKurd - Artêşa Iraqê li bakurê Bexdayê li dijî terorîstên DAIŞê qonaxa sêyem a operasyonan da destpêkirin.

Berdevkê Fermandariya Hêzên Ewlekariya Iraqê Yehya Resûl ragihand ku qonaxa sêyem a operasyona dijî DAIŞê hatiye destpkirin û navê wê operasyonê jî ‘Palewanên Iraqê’ ye.

Emîd Yehya Resûl got, ev operasyon ji herêmên sînorê parêzgeha Selahadînê heta Diyalayê, Kerkûk û Samera ye tê birêvekirin.

Resûl bal kişand ser ku hêzên parêzgeha Selehadîn, Samara, Diyala û ji Kerkûkê jî hêzên Heşdî Şabî bi awayekî hevbeş beşdarî vê operasyonê bûne.

Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî 10ê meha 12 ya 2017an serkeftina giştî ya dijî DAIŞê ragihandibû, lê ev demek e êrîşên DAIŞê bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û Iraqê rojane berdewam dikin.