Îro sala yekem a karesata sedsalê ye!

06 February 2024 13:36 0 dîtin
Îro sala yekem a karesata sedsalê ye!

PeyamaKurd – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 6ê Sibata 2023an da erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6an ku navenda wan Mereş bûn, 11 parêzgehên ku wek "felaketa sedsalê" hat binavkirin, hejandin.

Li navçeya Pazarcika Mereşê ku yek ji navçeyên Kurdistanî ye, di saet 04.17an de bi pileya 7.7 û li navçeya Elbîstanê jî di saet 13.24an de bi lerza 7.6an erdhejek pêk hat.

Di erdhejên ku li Hatay, Osmaniye, Adiyaman, Diyarbekir, Riha, Dîlok, Kilîs, Edene, Meletî û Elezîz û Maraşê pêk hatin de 53 hezar û 537 kesan jiyana xwe ji dest dan û 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn.

Li Tirkiyeyê di 6ê Sibata 2023an da erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6an ku navenda wê Mereşê li 11 parêzgehên ku wek "felaketa sedsalê" hat binavkirin, hejandin.

Li navçeya Pazarcika Mereşê ku yek ji navçeyên Kurdistanî ye, di saet 04.17an de bi pileya 7.7 û li navçeya Elbîstanê jî di saet 13.24an de bi lerza 7.6an erdhejek pêk hat.

Di erdhejên ku li Hatay, Osmaniye, Adiyaman, Diyarbekir, Riha, Dîlok, Kilîs, Edene, Meletî û Elezîz û Maraşê pêk hatin de 53 hezar û 537 kesan jiyana xwe i dest dan û 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn.

Li Hatayê meşa bê deng (FOTO-ÎHA)

Piştî erdheja ku Tirkiyeyê asta 4an hişyarî da, di nav de alîkariya navneteweyî jî heye, ji 93 welatan ekîbên lêgerîn û xilaskirinê beşdarî xebatên herêmê bûn.

Piştî karesata sedsalê li welat 7 rojan şîna neteweyî hat ragihandin, li herêma erdhejê jî rewşa awarte hat ragihandin.

Erdhejên ku rasterast bandor li 14 milyon welatiyan li qadeke 120 hezar kîlometreçargoşe kir, li 11 parêzgeh, 124 navçe, 6 hezar û 929 gund û taxan wêraneke mezin pêk anî.

Li Mereşa ku wek navenda erdheja wêranker tê zanîn û 12 hezar û 713 kesan jiyana xwe ji dest dan, di salvegera erdhejê de 132 hezar kes di konteyniran de dijîn.

Ji 9 hezar û 289 xaniyên daîmî yên ku ji bo koçberên Mereşê hatine çêkirin wê bi merasima ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî wê di salvegera erdhejê da teslîmî mexdûrê wan bê kirin.

Li Hatayê meşa bêdeng

Bi hezaran welatiyên li Hatayê li hev civiyan, di salvegera karesata sedsalê de meşeke bêdeng li dar xistin.

Li Hatayê ku felaketa sedsalê wêraniya herî mezin lê pêk anî, nêzî 25 hezar kes mirin û bi hezaran xanî xera bûn.

Di salvegera erdhejê de bi hezaran welatî li navçeya Antakyayê hatin cem hev û meşeke bêdeng li dar xistin.

Piştî meşê li cihê Koprûbaşiyê li hev civiyan, deqeyek rêz girtin û qurnefîl di çemê Asiyê de hatin hiştin.

Ji bilî Hatayê kesên di erdheja 6ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane li Tokat, Dîlok, Zonguldak, Edene û Çankiriyê jî bi awayên cuda hatin bibîranîn.