Îro salvegera destpêka Raperîna gelê Kurdistanê ye

05 March 2022 13:01 0 dîtin
Îro salvegera destpêka Raperîna gelê Kurdistanê ye

PeyamaKurd Îro salvegera destpêka Raperîna gelê Kurdistanê ya li dijî rêjîma Beis a Iraqê ye. Gelê Kurd bi Raparînê, cara yekem piraniya xaka Herêma Kurdistanê ji destê rêjîma Beis rizgar kirin û li Başûrê Kurdistanê desthilata xwe bi dest xistin.

Gelê Kurdistanê di 5ê Adara 1991an de, li dijî rêjîma Beis a Iraqê dest bi Raperînê kirin û di yekem roja Raperînê de, devera Ranya û Qeladizê rizgar kirin. Pişt re jî gelê Kurdistanê bi piştevaniya Pêşmerge rabûn ser pêyan û Kerkûk û çend navçeyên din rizgar kirin.

Herwiha Raperîn, bi piştevaniya Pêşmerge, di encama zulm û zordariya rêjîma Beis a li dijî Kurd hat, serkeftin jî ji yekgirtiya gel û yekdengiya hêza siyasî pêk hat ku karî di heyameke kurt de piraniya xaka Başûrê Kurdistanê rizgar bikin û dawî li desthilatdariya dagîrkeran bînin.

Hêjayî gotinê ye, piştî Raperînê bi salekê, serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê, di 19/5/1992an de hilbijartina Parlamantoya Herêma Kurdistanê cara yekem pêk anîn û ev jî wek destkefteke girîng a gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê tê dîtin. Ji ber ku di dîrokê de, cara yekem Kurd bûn xwedî parlamanto û hikûmet. Herêma Kurdistanê ji bilî encamdana projeyan, di tevahiya waran de, serkirdatiya siyasî ya Kurd karî di rûyê dîplomasî de pêwendiyan bi welatên cîhanê re fireh bike û daxwaz û mafên Kurda bigihîne navendên siyasî yên cîhanê.