Salvegera Raperîna Kurdistanê | Mesrûr Barzanî bi helkefta vê rojê peyamek wesand

05 March 2020 11:54 0 dîtin
Salvegera Raperîna Kurdistanê | Mesrûr Barzanî bi helkefta vê rojê peyamek wesand

PeyamaKurd - Bi helkefta 29mîn salvegera Raperîna bihara sala 1991ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir.

Di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê de hatiye gotin, bi helkefta vê roja pîroz ve, pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman û kesûkarên serbilind ên şehîdan dikim.

29 sal di ser Raperîna Mezin a Gelê Kurdistanê ya 1991ê re derbas dibin


Îro 29 sal li ser raperîna mezin a gelê Kurdistanê ya sala 1991ê re derbas dibe. Bi boneya vê roja pîroz ve, pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman û kesûkarên serbilind ên şehîdan dikim.

Raperîna pîroz a sala 1991ê werçerxekî dîrokî bû di xebata tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de, li hember zulm û dagirkeriyê rabû û ew peyam bi hemû cîhanê re ragehand ku gelê Kurdistanê bindestî û tepeserî û înkara mafên wê yên rewa red dike.

Raperîna mezin a Adar a 1991ê berhemê yekgirtû û yekrêzî ya hemû çîn û tebeqe û pêkhateyên Kurdistanê bû. destkeftên na yên gelê Kurdistanê û ew avadanî û pêşveçûna doza rewa ya gelê Kurdistanê û pêgeha diyar a herêma Kurdistanê nav civaka navnetewî de berhemê şoreş û serhildanên berdewam ên xelkê Kurdistanê û nav wan de jî raperîna mezin a 1991ê ye. Pêwîste bi heman ruhê yekrêzî û yekdengiya raperînê ve parêzgarî li destkeftên xwe yên niştimanî em bikin.

Salvegera Raperîna Adar a 1991ê pîroz be û Kurdistan jî berdewam aram û avadan be.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

05.03.2020