Îro salvegera Raperîna gelê Kurdistanê ye

05 March 2024 09:09 0 dîtin
Îro salvegera Raperîna gelê Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Îro salvegera destpêka Raperîna gelê Kurdistanê ya li dijî rêjîma Beis a Iraqê ye. Gelê Kurd bi Raparînê, cara yekem piraniya xaka Herêma Kurdistanê ji destê rêjîma Beis rizgar kir û li Başûrê Kurdistanê desthilata xwe bi dest xist.

Gelê Başûrê Kurdistanê 33 sal berî niha li dijî rejîma Beis a Iraqê serhildaneke seranserî kir, ku di nava xelkê de weke Raperîn tê naskirin. Serhildana gel, yekem car ji navçeya Raniye ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve destpê kir û piştre derbasî bajar, navçe û bajarokên din ên Başûrê Kurdistanê bû.

 

Roja 5ê Adara sala 1991ê, li navçeya Raniye ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve xelkê li dijî rejîma Beisê serî hilda, dûv re di navbera tenê çend saetan de tevahiya sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê ketin destê welatiyan. Pêla Serhildan an Raperînê ji Raniye ve ber bi bajar û bajarokên din ên Başûrê Kurdistanê ve kete rê û 20 rojan dom kir.

 
Di wan 20 rojên Raperînê de, tevahiya bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê, tevî Kerkûkê jî ji aliyê gelê Başûrê Kurdistanê ve ji destê hikûmeta navendî ya Iraqê hatin rizgarkirin.
  

Yekem gulleyê Raperînê li Raniyeyê, ji aliyê kesekî bi navê Elî Nebî ve hatiye teqandin û ew weke yekemîn şehîdê Raperînê tê hesibandin. Piştî ku di 5ê Adara 1991ê de, xelkê Raniyeyê dest bi serhildanê kir, tenê di navbera 10 saetan de tevahiya bajêr hate rizgarkirin, lewma navê “Dergehê Raperînê” li Raniyeyê hatiye kirin.

 
Raniye dikeve bakurê rojhilatê parêzgeha Silêmaniyê û 130 kîlometran ji bajarê Silêmaniyê dûr e. Raniye ketiye navbera çiyayên Kêwe Reş, Hacîle û Asos û di aliyê çandiniyê de jî Deşta Raniyeyê gelek bi nav û deng e.

Raperîn, bi piştevaniya Pêşmerge, di encama zulm û zordariya rêjîma Beis a li dijî Kurd hat, serkeftin jî ji yekgirtiya gel û yekdengiya hêza siyasî pêk hat ku karî di heyameke kurt de piraniya xaka Başûrê Kurdistanê rizgar bikin û dawî li desthilatdariya dagîrkeran bînin.


Hêjayî gotinê ye, piştî Raperînê bi salekê, serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê, di 19/5/1992an de hilbijartina Parlamantoya Herêma Kurdistanê cara yekem pêk anîn û ev jî wek destkefteke girîng a gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê tê dîtin. Ji ber ku di dîrokê de, cara yekem Kurd bûn xwedî parlamanto û hikûmet. Herêma Kurdistanê ji bilî encamdana projeyan, di tevahiya waran de, serkirdatiya siyasî ya Kurd karî di rûyê dîplomasî de pêwendiyan bi welatên cîhanê re fireh bike û daxwaz û mafên Kurda bigihîne navendên siyasî yên cîhanê.