Îsraîl, agirbesa ji bo 6 hefteyan qebûl kir, niha dê Hamas çi bêje?

03 March 2024 00:13 0 dîtin
Îsraîl, agirbesa ji bo 6 hefteyan qebûl kir, niha dê Hamas çi bêje?
PeyamaKurd – Li gor ragihandina çapemeniyê rêvebirekî Amerîkayê ragihandiye ku Îsraîl agirbesa ji bo 6 hefteyan qebûl kiriye. Heman Rêvebir gotiye:

“Pêwiste niha Hamas jî qebûl bike.”

Hevdîtinên agirbesê bi navbeynkariya Amerîka, Qatar û Misrê dewam dike. Rêvebir nexwestiye navê wî aşkera bibe û gotiye xebatên ji bo agirbesekî mayîn de ya ji bo li herêmê dewam dike.

Di serê heftê de serokê Amerîkayê Joe Biden li ser pirsa rojnamevanan ragihandibû ku dibe agirbes di dawiya heftê de bibe lê li gor nûnerê Biden hêj pêvajoyê temam nekiribû. Biden her weha gotibû ku heya roja Duşembê dibe temam bibe.

Li gor ragihandina rojnama Şarq el-Avsatê ku binkeya nûça xwe biribû ser çavkaniyên Fîlîstîniyan; reşbeleka peymanê li Parîsê amade kiribûn û wê agirbes ji bo 6 hefteyan be. Di asta yekem ya peymanê de, wê Hamas 35 esîrên Îsraîlê serbest berde. Wê Îsraîl jî bi sedan girtiyên Fîlîstînê serbest berde.
Ji bo asta 2em û 3em agirbesê wê mijarên weka lîsteyên esîran, vekişîna artêşa Îsraîlê ya ji bakûrê Xezzayê, dagera Fîlîstîniyan û dawîanîna li şer ya mayînde wê bên axaftin.