Îsraîl: 'Divê em Kurdan ji êrîsên Îslamiyên radîkal biparêzin'

08 December 2024 23:31 0 dîtin
Îsraîl: 'Divê em Kurdan ji êrîsên Îslamiyên radîkal biparêzin'

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku Kurdên li Sûriyeyê li dijî DAIŞê şer dikin bi êrîşan re rû bi rû ne û diyar kir ku divê Kurd bên parastin.

Wezîrê Karên Derve Gideon Saar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê daxuyanî da.

Wezîrê Karên Derve yê Çekyayê Gideon Saar diyar kir ku divê civaka navneteweyî Kurdan ji êrîşên Îslamiyên radîkal biparêze û got, “Îro min bi hevalê xwe Wezîrê Karên Derve yê Çek JanLipavsky re hevdîtin kir. Me bûyer û rewşa Sûriyê gotûbêj kir. Min tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina ewlehiya hindikahiyên Kurd li Sûriyê kir, ji ber ku ew hîn jî rastî êrîşan tên. Kurdan bi lehengî li dijî DAIŞê şer kirin û civaka navdewletî divê piştrast bike ku ew ji êrîşên îslamiyên radîkal tên parastin."