Îsraîl: Em naxwazin serê Hizbullahê bikin, lê...
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Gallant, piştî serdana Bakurê Îsraîlê û civîna Desteya Wezaretan ragihand, “Em naxwazin li dijî Hîzbûllahê şer bikin. Lê em ji her rewşê re jî amade ne.”
Gallant got: “Mirov dikare her tim çareseriyên dîplomatîk tercîh bike” û wiha pê de çû: “Eger Hîzbûllah şer hilbijêre, em jî dizanin ku çawa tevbigerin. Lê eger rêya lihevkirinê hilbijêre, em ê jî bersiva vê yekê bidin.”
Gallant, ji bo mirovên li bakur da zanîn: "Ez dizanim ev yek ji bo we ne hêsan e, lê belê ji bo Hîzbûllah û Lubnanê zehmettir e. Ji stargehan daxuyanî dayîn hêsan e helbet (Mebest serokê Hîzbûllah Hasan Nasrallah e).”
Hêjayî gotinê ye, li herêmê bombebaran bênavber didomin û Hîzbûllahê jî daye xuyakirin ku du şervanên wan ên din li başûrê Lubnanê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin