Îsraîl: Serê bi Hizbullahê re wê bidome

03 February 2024 17:06 0 dîtin
Îsraîl: Serê bi Hizbullahê re wê bidome

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant ragihand ku heta li Şerîda Xezzeyê agirbest bê kirin jî, li bakur wê pevçûnên bi Hizbullahê re bidomin.

Li gorî daxuyaniyê Gallant got, “Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê rawestîne jî, ew ê êrîşên xwe yên li dijî Hîzbullahê yên li bakur ranewestîne. Eger Hizbullah difikire ku dema şer li başûr (Xezze) raweste, wê li bakur jî raweste, ew xelet e."

Wî herwiha got, "Ez bi zelalî dibêjim, heta rewşek ku gelê bakur bikaribe di nava ewlehiyê de bijî çênebe, êrîşên li vir bi dawî nabin."