Îsraîl: Emê pêwendiyên ligel Tirkiyeyê ji nû ve binirxînin!

29 October 2023 10:54 0 dîtin
Îsraîl: Emê pêwendiyên ligel Tirkiyeyê ji nû ve binirxînin!

PeyamaKurd – Li ser daxuyaniyên tund ên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên derbarê Îsraîlê de, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Elî Cohen bertek nîşan da.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Eli Cohen li ser medya civakî ragihand: “Em daxuyaniyên cidî yên Tirkiyeyê li ber çav digrin û bi armanca ji nû ve nirxandina pêwendiyên ligel Tirkiyeyê min ferman da hemû nûnerên me yên dîplomatîk vegerin.”

Cohen destnîşan kir, “Em dê bi Tirkiyeyê re pêvajoya asayîbûnê ji nû ve binirxînin.”

Erdogan doh  28ê Cotmehê di “Mitînga Mezin a Filistînê” de arexneyên tund li Îsraîlê girtibûn û gotibû, “Rojava deyndarê te ye lê Tirkiye ne deyndarê te ye. Ji bo wê em hewqasî rehet dikarin biaxivin. Ji ber Tirkiye ne deyndarê te ye Erdogan wiha diaxive. Ji ber min got Hemas ne rêxistineke terorê ye, Îsraîl pir aciz bûye. Me dizanibû hûn dê wiha bibêjin, loma jî me bi eşkereyî got. Îsraîl em jî dê te wekî tawanbarê şer li dinyayê îlan bikin, em amadekariya vê dikin û em dê wekî tawanbarê şer Îsraîlê li dinyayê bidin nasandin.”