Yair Lapid, pêwendiyên Îsraîl û Tirkiyeyê nirxand
PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Lair Yapid, piştî civîna kabîneyê li ser rewşa pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê axivî. Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku erkdarkirina balyoz a li Enqereyê, di başkirina têkiliyan de roleke sereke lîstiye.
Yair Lapid da zanîn ku ji bo başbûna têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê, erkdarkirina balyoz a li Enqereyê, gaveke girîng bûye û ragihand ku dê hin erkdarkirinên Balyozê Enqereyê yê Îsraîlê, îro pêşkêşî hikûmetê bên kirin.
Lapid, di ragihandinên xwe de got,
“Ev salek bû em ji bo sererastkirina pêwendiyên ligel Tirkiyeyê dixebitîn û ev yek ji bo başkirina pêwendiyan gaveke girîng bû. Min hefteya borî li New Yorkê bi Serokomar Recep Tayip Erdogan re hevdîtinek kir. Me ji bo tîmên xwe telîmat dan ku pêwendiyên aborî, dîplomatîk û geştegeriyê pêşve bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin