Îsraîl: Me moseka ji Lubnanê hat avêtin xist xwarê!

26 October 2023 11:47 0 dîtin
Îsraîl: Me moseka ji Lubnanê hat avêtin xist xwarê!

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 7ê Cotmehê vir va cara ewil moşeka "zemîn-esmanî" a ku ji herêmeke başûrê Lubnanê li dijî Îsraîlê hat avêtin, xist xwarê.

Li gor nûçeya rojnameya Yedioth Aharonoth, Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî, ji radyoya artêşê re daxuyanî da û diyar kir, moşeka zemîn-esmanî ya ku ji xaka Lubnanê li dijî balafireke bêmirov a Îsraîlê hat avêtin, ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hat xistin.

Hegarî eşkere kir, piştî bûyerê balafireke Hêza Hewayî bersiv daye xala ku moşek di nav axa Lubnanê de hatiye şandin.

Ji aliyeke din ve Yedioth Aharonoth bal kişande ser wê yekê ku "bo yekem car ji 7ê Cotmehê ve moşekeke Zemîn-Esmanî ji Lubnanê hatiye avêtin".

Lubnanê heta niha derbarê mijarê de daxuyaniyek nedaye.