Îsraîl û Hemas nêzî lihevkirinê ne: Berdana 50 dîlan û agirbesta 3 rojan tê nîqaskirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hevdîtinên ji bo berdana dîlên di destê Hemasê de ku bi navbeynkariya Qeterê dewam dikin, nêzîkî lihevkirinê bûne.
Li gorî ragihandina ajansa Reutersê, di hevdîtinên bi navbeynkariya Qeterê li di navbera Îsraîl û Hemasê de, li ser dîlên îsraîlê têne kirin de, encamên cidî derketine holê.
Li gorî nûçeyê, bi bedêla azadkirina 50 dîlan, dê Îsraîl bi agirbesta 3 rojan a li Xezeyê razî bibe.
Hêjayî gotinê ye, hevdîtinên li Dohayê bi kordîneya Amerîkayê têne meşandin ku li gorî çavkaniyan heger lihevkirinek di navbera Hemas û Îsraîlê de çêbibe, dê hejmarek jin û zarokên Filîstînî yên di girtîgehên Îsraîlê de jî bên berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin