Medya Lubnanê: Îsraîl û Hemas ji bo berdana girtîyan li ber lihevkirinê ne
PeyamaKurd - Rojnameya Exbar Lubnaniye ragihand ku Îsraîlê navbeynkar li ser erêkirina mercên Hemasê agahdar kiriye û dê dîlgirtiyan berde.
Rojnameyê da xuyakirin ku Îsraîlê serbest berdana dîlgirtiyên mezin, biçûk û jinan, herwiha cenazeyan qebûl kiriye û ev jî wek merheleya yekemîn a agirbestê ye.
Lê li gorî rojnameyê, berpirsên tevgera Hemasê vê yekê wek pêşketineke rastîn li ser danûstandina girêbesta pevguhartinê bi Îsraîlê re nabînin.
Rojnameya Yediot a Îsraîlê jî duh eşkere kir ku wezîrê artêşê Gantz ferman da artêşê ku xebata dîtina cenazeyên şehîdên filistînî yên li Îsraîlê spartine axê, lez bikin, ew jî bi hedefa komkirina lihevkirinê di danûstandinên bi Hemasê re li ser girêbesta pevguherîna dîlgirtiyan e.
Li aliyekî din jî Rêxistina Ewlehiyê ya Îsraîlê texmîn dike ku xebata tevlîkirina Difa El-Xerbiye ya ku hikumet bi israr e destpêka meha bê pêk bîne, dê bandorê li lihevkirina girêbestê bike.
Wezîrê artêşê yê Îsraîlê Benny Gantz gef li Hemas û Hizbullahê xwarin û got: "Dê Hemas heke xwest Îsraîlê bixe testê bedelekî mezin bide, herwiha dê Lubnan jî berpirsê bikaranîna Hizbullahê ya roketên li dijî Îsraîlê be."
Li gorî medya Îsraîlê Benny Gantz gotiye: "Peymana Sedsalê ya Amerîkayê deriyekî dîrokî yê nû ji Filistîn re vekir da ku biryara redkirina wê ji nû ve lêkolîn bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin