Îsraîlê baregehên serbazî yên Samê bombebaran kir

15 April 2022 14:57 0 dîtin
Îsraîlê baregehên serbazî yên Samê bombebaran kir

PeyamaKurd Baregehên serbazî yên rejîma Sûriyê, li derdora bajarokê Rexlê yê Şamê, ji aliyê Îsraîlê ve hat bombebarankirin.

Li gor zanyariyan, di wan baregehan de serbazên girêdayî Îranê û “Artêşa Rizgariya Filistînê” hene.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirine, agir û dûkel ji cihên bordûmankirî rabûye, lê derbarê ziyanan de tu agahî nehatin bidestxistin.

Televîzyona fermî ya Sûriyê daye zanîn, Îsraîlê çend navçeyên li rojavayê Şamê bombebaran kiriye, lê qala qurbaniyên êrîşê nekiriye.

Herwiha ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê SANA jî ji zarê çavkaniyekî artêşa wî welatî ve ragihandiye, sîstema berevaniya esmanî ya welat kariye hejmarek moşekên Îsraîlê xistine xwarê.

Medyaya Siûdiyê jî destnîşan kiriye, di êrîşê de sîstemeke radarê ya Îranê li nêzî Şamê hatiye armanckirin, lê ev zanyarî heta niha nehatiye piştrastkirin.